45- Zeynelabidîn Zinar, Pêxemberê Derewîn, bi kurdî/20 meselokên folklorî, ji bo her kesî, Pencînar We_anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 53 rûpel, ISBN 91 89491 79 3


AGAGDARÎ:

a) AMADEKARÊ PIRTÛKÊ: Zeynelabidîn Zinar, li joré behsa wi hatiye kirin.

b) PIRTÛK: PÊXEMBERÊ DEREWÎN

Ev pirtûka bi navê PÊXEMBERÊ DEREWÎN
ji 20 meselokên gelêrî hatiye holê ku di nava xelkê de têne gotin. Ji meseloktiyê zêdetir, ew pêkenok in jî; mirov
pir didin sêwirandin û zihna mirov berfireh dikin.

Di her meselokekê de, nihêniyek heye ku mirov wisa bi hêsanî lê rûqal nabe. Îcar her xwendevanek dikare li ba xwe wê nihêniyê bipeyitîne û derxîne holê.

Navê pirtûkê, ji meseloka PÊXEMBERÊ DEREWÎN hatiye girtin.