55- Zeynelabidîn Zinar, Zerdest Pêxember, bi kurdî, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2007, 64 rûpel, ISBN

AGAGDARÎ:
a) NIVISKARÊ PIRTÛKÊ: Zeynelabidîn Zinar

Zerdest Pêxember BZ. 637 - 560
Ev pirtûk, çendî ku ji aliyê rûpelên xwe ve hindik e, lê belê ji aliyê naveroka xwe ve gelekî giranbiha û pir jî hêja ye.

Berî Zayînê, Zerde_t Pêxember di sala 637an de li gudekî bi navê Patiragtraspo hatiye dinyayê. Navê bavê wî Poru_aspa û yê diya wî jî Dugdova ye.

Zerde_t di jiyê xwe yê 30î de, bûye pêxember û Xwedê pirtûka xwe ya bi navê Avesta, bi alikariya _e_ sermelekan jê re hinartiye.
Wateya Avestayê ya ferhengî, bingeh yan jî hilbijartina bingehê ye.

Navê Ola Zerde_t Pêxember Bahdîn e. Bingeha Ola Bahdînê, li ser sê ti_tan avabûye:
- Sêwirandina rind.
- Peyivandina rind.
- Lipikandina rind.

Li gor ola Zerde_t Pêxember, _e_ milyaketên serdarên gi_tî hene û bawerî bi hebûna _e_ aliyan anîne, weke xwar û jor, pê_ û pa_, rast û çep.

Qiral Wi_taspê Medî gava 33 pirs ji Zerde_t Pêxember pirsîne û Pêxember ew bêkêmasî bersivandine, ji hingê ve ye ku jimara 33 di nava Kurdan de bûye pîroz û ji ber hindê ye ku tizbiya destê zilama jî 33 li bin.

Pirtûka pîroz Avastaya orîjînal B.Z 597, Zerde_t Pêxember spartiye Qiral Vî_taspê Medî da ku bide nivîsandin û Qiralî ferman daye Camaspîyê xetat ku binivîse. Camaspî li ser 12 hezar çermên ga nivîsiye ku tê de bîst û yek nosk (be_) hebûne.

Dema ku Avesta bi zimanê Pehlewî hatiye _rovekirin û jê çend cild derketine, navê wê danîne Apastak û Zend. Lê di nava demê de ew herdu nav wek Zendawesta hatine guhertin.

Sasaniyan di çaxê xwe de Avestayê kirine du be_. Be_eke wê kirine sê pirtûk û her yekê navekî cuda lê danîne. Navê yekê Vendîdad, navê ya din Vispêrad û navê ya dîtirkê jî Yasna bûye ku ev ji 72 pi_kan (cuz) hatiye holê û behsa ku bi çi hawayî Avesta ji aliyê Xwedê ve bo Zerde_t Pêxember hatiye hinartin dike. Herweha xwendina xwestina (dua) di perestingehên Bahdîniyê de tewr û rêveçûnên Ola Bahdînê jî beyan dikir.

Di salnameya (teqwîm) Zerde_t Pêxember de, sal 360 roj in û meh jî 30 roj in. Pênc rojên din, bi navê Rojên Gathayê bi nav kirine û ew bi salê ve zêde kirine. Herweha heftîyên di mehan de jî, heft roj in. Ev heft roj, ji ber ku "Li dinyayê heft cûre qencî hene ku timî li pê_berî heft cûre xirabiyan _er dikin." hatine girtin.

Zerde_t Pêxember li bajarê Belxê di jiyê 77 salan de B.Z sala 560î di perestingeha xwe ya bi navê Nush-Adarê (No_adar) de bûye, bi destên Bradrorê_ê Tûra (Tirk) hatiye _ehîdkirin.