1- Melayê Cizîrî, Dîwan, Kurdî/kurmancî, Roja Nû, Sverige/Stockholm, 1987, 560 rûpel, ISBN 91-767202-1-7. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidîn Zinar û Emîn N.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Melayê Cizîrî ku jê re ?êx Ehmedê Cizîrî jî tê gotin, pir navûdeng daye û pir kesan ew mîna pêxemberê demê nirxandine, jê re gotine Hîva Çarde?evî û bi gelek xeysetên rind ew navdar kirine. Cizîrî li nava hemû çînên Kurdan jî devera xwe ya pîroz vegirtiye û weke nî?aneke diyar li saziyên zanistî yên gelek welatanjî hatiye naskirin. Çendî ku cudatî di jidayîkbûn û mirina Melayê Cizîrî de heye, lê bi piranî tê gotin ku ew di 1570yî de hatiye dinyayê û di 1640î de jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

b) PIRTÛK: Melayê Cizîrî gelek helbest nivîsandine. Lê Dîwana Cizîrî gelekî pîroz, giranbiha û nirxdar e. Herweha li hin saziyên zanistiya dinyayê jî hêjatiya xwe daye pejirandin. Qafiyeya helbestên Dîwanê li gor rêza elîfbêtika erebî hatine birêzkirin. Helbestên wê babetcihê ne, xwe?xwîn in, rewan û bi nikl in. Her kes û her bawerî dikare xwe di navê de bibîne.