14- Sêx Mihemed Can, Leyl û Mecnûn, Kurdî/kurmancî, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1992, 352 rûpel, ISBN 91-630-1486-6. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.
AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: ?êx Mihemed Can di Sibata 1858an de li Axtepê hatiye dinyayê û di 21ê Adara 1909an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Ew kurê ?êx Hesenê Nûranî ye û birayê piçûk ê ?êx Evdirehmanê Axtepî ye. Lê tê gotin ku destûrnameya medresê li ?amê li Medreseya Mewlana Xalidê Kurdî, ji xelîfeyekî wî wergitiye û vegeriyaye li Axtepê di Mederseya Kekê xwe ?êx Evdirehman de dersdarî kiriye. Medhiyeyeka wî bi kurdî li ser Rewdneîma kekê wî ?êx Evdirehman heye û serpêhatiya Leyl û Mecnûn nivîsandiye.

b)
PIRTÛK: Leyl û Mecnûn, ji 21 sernav û 1882 malikan ava bûye. Melikên wê xwe?xwîn, rewan, bi kê?, nikl û qafiye ne. Her du rêzên malikekê bi yek qafiyeyê çêbûye. Serpêhatiya Leyl û Mecnûn bi awayekî dirêj ?irove dike. Çend destanên din jî bi navê Leyl û Mecnûn bi zimanê kurdî hene. Lê piraniya kurdologan gotine ku destana herî fireh û zelal, ya ?êx Mihemed Can e.