2- Ehmedê Xanî, Nûbihar, Kurdî/kurmancî, Roja Nu, kurdî, Sverige/Stockholm, 1986, 80 rûpel, ISBN 91-767201-7-9. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Hin tarîxên cuda di derhewê gorbihi?tbûyîna Ehmedê Xanî de hene. Çewa ku wî bi xwe gotiye, ew di 1651ê de hatiye dinyayê. Lê tarîxa pêbawer ev e ku ew di 1707an de, li Bazîdê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bavê wî Ilyas ji e?îra Xaniyan e û ji herçma Hekariyê bû. Ev zatê pîroz niha ji bo Neteweyê Kurd wek rêber, pê?îwa û nijadnas tê pejirandin. Berhemên wî niha wek pirtûk Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê hene. Tê gotin ku dîwaneke wî ya helbestan jî hebûye, lê ew niha li holê nayê dîtin. Me umîd e ku rojekê Dîwana Xanî jî derkeve holê.

b) PIRTÛK: Ehmedê Xanî vê berhemê bi kê?, nikl û qafiye wek ferhengoka Erebî-Kurdî/kurmancî çêkiriye, da ji bo zarûkan hêsan bête bilêvkirin. Nivîsa bi tîpên erebî 37 û ya bi tîpên latênî jî 39 rûpel e, herdu digel êk çap bûne. Tê de 14 be? hene ku her yekê li ser nikleke cuda diki?e. Di serê her be?ekê de jî malikeke pirwate heye ku Xaniyê nemir wek îlham fikr û raman e?kere kirine.