21- Xiyasedîn Emre, Rênasî, kurdî/kurmancî, olî û bawermendî, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1999, 165 rûpel, ISBN 91 973403 5 9. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: ?êx Xiyasedîn Emre di 1919an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dinyayê, kurê ?êx Me'rûf e û neviyê ?êxê navdar ?êx Fethulah Werqanisî ye. Pi?tî xwendina medresê, ew ketiye siyasetê û di 1954an de bûye parlemanê parêzgeha Mû?ê. Di 1961ê de bi Serokwezîrê Tirk Ednan Menderes re hatiye girtin, bi zorê ji xeniqandinê filitiye û siyaset jê re hatiye qedexekirin. Pir kesên zana ji malbata wî rabûne ku bi zimanê kurdî pirtûk nivîsîne. Xiyasedîn Emre jî sê pirtûk nivîsîne: Rênasî, Dîroka Kurdan û dîwaneke helbestan. Gelek nivîsên wî di hin kovan û rojnameyên bi zimanên cuda de jî hatine we?andin.

b) PIRTÛK: Di 1967-68an de bi tîpên erebî, bi kê?, nikl û qafiye hatiye nivîsandin. Tê de 20 be? hene ku her yekê li ser babeteke cuda hatiye nivîsandin. Tevek 684 malik in. Çapa bi tîpên latênî û ya bi tîpên erebî digel êk hatine çapkirin. Li dora 150 rûpelî heye.