24- Sêx Fethullah Werqanisî, EL HEMAÎLU FÎ?'?EMAÎLÎ, kurdî/kurmancî, helbest, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, 740 rûpel digel nivîsa bi tîpên erebî, ISBN 91 89491 06 8. Tîpguhaztin, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:


a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: ?êx Fethullah di 1847ên Zayînê de li gundê Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bedlîsê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bavê wî ?êx Ebdurrehîm ji azbata Siltan ?êxmûsê Zûlî (1020-1101) ye. Wî gelek pirtûk nivîsîne, hinek ji wan bi erebî û hinek jî bi kurdî ne. Niha sê berhemên wî yên bi zimanê kurdî ku destnivîs in, di destên me de hene. Werqanisî ji bo wergirtina xelîfetiya Rêçika Neq?ebendî, emel li ba Xewsê Ervasî kiriye, pi?tî mirina Xews, ew jî çûye ba ?êx Evdirehmanê Taxî û xelîfetî jê wergirtiye.

b) PIRTÛK: Li ser avabûna exteran (planet) û dinyayê, afirandina Adem Pêxember di bihi?tê de, pi?tre avêtina wî ji wirê û bi rêzê çêbûna 50 zarûkên wî ji hevûdu ku bi piranî bûne pêxember heta ku gihaye Mihemed Pêxember ?irove dike. Tê de hin bûyer hene ku heta niha zêde nehatibûne e?kerekirin. Dema nivîsandina wê ne diyar e. Lê Mele Nûrulah Kodi?kî ji pex?anê ew kiriye kê?an û bi forma helbestê di 1940î de dest pê kiriye û jê 5.529 malikên durêzî afirandine. Nivîsa bi tîpên erebî jî digel ya bi tîpên latênî çap bûye. Tevek 720 rûpel e.