27- Dîplomatê Swêdî û pisporê Rojhilata Navîn rêzdar Ingmar Karlsson, vê pirtûka xwe ya lêkolînê di 1994an de nivîsiye û di eynî salê de jî li Swêdê daye çapkirin.

Rêzdar di vê pirtûka xwe de rastiya di binê gefa Bisilmantî û Bisilmanan de ku li pi?t Alaya Kesk dikin, aniye zimên. Herweha wî e?kere kiriye ku xetera Bisilmantîyê li pê?berî Rojavayê, girêdayê bi tewrên Rojavayê ve ye. Gotiye ku eger lihevbanîn li van welatên ku macirên Bisilman lê dijîn çênebe, dibe ku li ?ûna “?erekî pîroz“ yê di navbera Rojhilat û Rojavayê de, ?er di banyoyên bajarên mezin ên Ewrûpayê de wek gerîlatî dest pê bike. Riya reva ji van pêvajoyan, ev e ku Ewrûpa di ?ûna “Îslama Gettoyê“ de “Îslama Ewrûpayê“ rewa bidêrîne û polîtîkayeke wisa ji bo maciran bi kar bîne.

Pirtûk ji aliyê naveroka xwe ve pir balkê? e. Zimanê wê çendî ku hinek giran e, lê belê tê de sûdeke mezin ji bo zana, pispor û siyasetmedarên Bidilman heye. Ji ber hindê me jî pêdivî dît ku em pirtûkê wergerînin zimanê kurdî.

Pirtûka Îslam û Ewrûpayê heta niha bi van zimanan hatiye wergerandin: Danimarkî, erebî, turkî û farisî. Êdî va ye ji aliyö Zeynelabidîn Zinar ve wergeriya zimanê kurdî jî

Pirtûk 250 rûpel e û ji aliyê we?anxaneya DOZê ve li Stenbolê di dawiya 2007an de hatiye çapkirin.