28- Wergera ji tîpên erebî: Zeynelabidîn Zinar

AGAHDARÎ:
Eger jiyan berdewam be, çerxa dinyayê jî ger berepê? here û ?ênîtiya vêjeya kurdî ku ber bi asoyeke bêdawî ve bibeze, hingê pê re huner û kana zimanê kurdî jî her ku biçe ge?tir û rewantir dibe; her rojeke ku derbas dibe jî, bi xwe re berhemeke kurdî ya kevnar derdixe qadê û vî zimanê kêmxistî di jiyanê de ?êntir û giyanbex? dike.

Ew berhemên ku bi salên dirêj di hovîtî û bi mexoftiya hovane ku hatibûne bêadankirin, herweha ku di binê cilika bêdengiyê de jî hatibûne temirandin, niha bi bîrewertiya mejiyên dilovan, xwe ji gend û gemara destqirêjan dadiweribînin, xwe paqij û aram didêrînin û hêdî-hêdî bi germiya tî?k û tîrêjên nijadî, derdikevin holê û pêrgê mirovahiyê dibin, bi awayekî nûjen xwe ji bo xwendevanên bi rûmet, vegêrana lengertiya xîmê nijadî jî amadetîyê dikin.

Bêguman yek ji wan berhemên hêja û nirxdar ku ev e bi dehê salan e, di binê wargeha bindestiyê de temartî mabû, Dîwana ?êx Hesîb Axtepî ye ku niha bi alfabeya Latênî pê?kê?ê xwendevanên zimanê kurdî bûye.

?êx Hesîb Axtepî di 1301ê Romî (di 1885 Zayînê) de, li Axtepeya girêdayê bi qeza Çinara Amedê ve, hatiye dinyayê, di 1947an de jî, li Çinara Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê. Niha ew li goristana ?êx Hesenê Nûranî ku li gundê Axtepeyê ye, di wargeha xwe ya sermedî de dimîne.

Hesîbê gorbihi?t, kurê ?êx Mihemed Can, birazîyê ?êx Evdirehmanê Axtepî û neviyê ?êx Hesenê Nûranî ye. ?êx Mihemed Behçed û ?êx Mihemed Munîr jî birayên wî bûne.

Hesîb jî, di zarûktiya xwe de, mîna zarûkên malbatên bawermend, pê?î li ba bavê xwe ?êx Mihemed Can dest bi xwendina olî kiriye û her ku berejor çûye, li Medreseya navdar ya Axtepeyê li ba mamê xwe ?êx Evdirehmanê Axtepî xwendiye, heta ku Xwendina Rêzê kuta kiriye û destûrnameya (îcaze) xwendin û ya Xelîfetiya Rêçika Nex?enbî wergirtine.

?êx Hesîb bi zanatiya xwe, li herêmê navûdeng dabû. Gelek gotinên derdemî bi xeysetine pakdar li ser wî hatine gotin. Herweha ew mirovekî zîrek, têgiha?tî û ji bo çareserkirin û lihevrastina gel? û genge?eyên xelkê, qabiliyeteke zêde lê hebûye. Ji ber hindê xatirê wî jî her li wê gorê dihate girtin û rêz û rawestin jê re dihate nû?andan.

Dibêjin ku rojekê nîqa?eke mezin ketiye nava sê zanayên olî yên navdar ku li herêmê bûne. Yek ji wan ?êx Ehmedê ?or?ubî, yek seydayê navdar Mele Evdilsemedê Barê û yê din jî seydayê hêja Mele Hesenê Tavikî bûye. Ew nîqa? her ku çûye, gurrtir û alavdar bûye. ?êx Ehmed pê?niyar kiriye ku ?êx Hesîb Axtepî bibe dadwerê wan û biryar bide ka kê ji wan ya rastî dibêje. Herdu zanayên din, ew pê?niyar pejirandine û hersê rabûne çûne Axtepeyê, bûne mêvanê ?êx Hesîb, mesela xwe jê re gotine û daxwaz jê kirine ku ew dadwertî di navbera wan de bike. Lê ?êx Hesîb, xwe spartiye Toreya Kurdî û daxwaza wan erê nekiriye, ji ber ku ew mazûrvan bûye û ev hersê zanayên dozdar jî mêvanên wî bûne; gotiye ku ”çênabe mazûrvan di mala xwe de emr û ferman bide mêvanên xwe”. Lê belê ev hersê melayên Kurd, ?êx Hesîb haydar kirine ku
her deverên welêt mala rew?enbîr û zanayan e, ji ber hindê ew bê gav in ku biryara rastiyê bidin û bibêjin. Li ser wê gotinê, ?êx Hesîb jî naçar maye û li wan guhdarî kiriye, pi?tre diyar kiriye ku rastiya meselê di destên Mele Evdilsemedê Barê de ye. Pi?tre ew du zanayên olî yên din, biryara ?êx Hesûb erê kirine û diyar kirine ku ti?tekî ew bibêjin êdû tune.

Li Kurdistanê di demên bihurî de hin zanayên olî hebûne ku tenê wek ?êx, hin wek mele û hinek jî hem wek ?êx û hem jî wek mele dihatin binavkirin. Ev kesên ji babeta dawiyê, di nava xelkê de wek ”Melê Dozde´ilmî” dihatin binavkirin. Îcar ?êx Hesîb, ji ?êxantiyê zêdetir, melayekê têr zana û dagirtî jî bûye herweha meletiya fexrî jî kiriye. Ha ji ber vê yeka wî, dewletê jî ew ji birina le?kertiyê bêmaf kiriye.

Bêguman navûdengê ?êx Hesîb pir belav bûye. Heta wisa ku êdî bala kesên ne ji çîna rew?enbîran jî kê?aye serê. Li gor gotinan, di wê demê de yek bi navê Zatî Sungur hebûye ku sêrbazî dikir. Îcar çend kesên ji hin malbatên xuyanî yên Amedê, kesên wek ?erîf Ulug, Osman Ocak, Sidki Taranci û Nedîm Pirinççî, daxwaz ji ?êx Hesîb kirine ku ew jî bi wan re were da herin tema?e li yê sêrbaz bikin. ?êx Hesîb jî daxwaza wan nedehfandiye û bi wan re çûye tema?ayê. Lê dema yê sêrbaz derketiye ser dikê û dest pê kiriye, hema ji nedî ve rawestiyaye û nekariye sêrbaztiyê bike, mat û heyrirî maye. Pi?tre berê xwe daye tema?evanan û gotiye: Gelî tema?evanan, ev sêrbaziya ku ez dikin, tenê ji bo derxistina nanê min e. Lê diyar e ku zanayekî mezin di nava we de rûni?tiye û min girêbest kiriye. Wî hemû sêrbaztiya min rûxandiye, ez niha nema karim ti?tekî bikin. Lê ez hêvî dikim ku ew zana kî be, bila min serbest bike. Dema ku yê sêrbaz ev gotin gotiye, ?êx Hesîb hema ji ?ûna xwe rabûye û ji xana sêrbaztiyê derketiye û çûye derva. Pi?tre tema?evanan zaniye ku yê sêrbazî girêbest kiriye, ?êx Hesîb e.

Ji xwendin û zanînê zêdetir, ?êx Hesîb rûmeteke mezin daye pirtûkan û pirtûkxaneya xwe pir dewlemend kiriye. Li gor tê gotin, di pirtûkxaneya wî de bi hezaran pirtûkên cihê hebûne. Lê mixabin pi?tî ku bîrewerên berpirsyar ên zanîn û zanistiyê berpirsyartiya xwe bi cih neanîne û zexta Le?kerên Komarê jî li ser berhemên zanistî xasma yên kurdî û deverên kurdewariyê zêdetir bûye, berhemên pirtûkxaneya ?êxê nemir jî taromar bûne, gelek ji wan hatine ?ewitandin û tune bûne.


?êx Hesîb gelekî dilovan, alîkirox, mirovperwer û mafhez bûye. Ew hertim çûye hewara kesên jirêketî û alîkariya wan kiriye. Dema hin kes diketin tengasiyê û malê xwe danîne ber firotanê, wî nedihi?tiye ku ew malên xwe nîvbiha bifiro?in. ?êx digote xelkê: ”Kî vî malî bikire, xêr jê nabîne” û pere bi deyn dida kesên wisa, yan ji wan re dida peydakirin.

Di wan demên nexwe?iya ?êx Hesîb yên dawiyê de ku ew di livîna mirinê de li mala xwe ya li Çinarê bûye, hin dostên wî yên ji maqûlên Diyarbekirê, wek Sidqî Tarancî, ?eref Ulug, Nedîm Pirinççi û Dr. Mehmûd Buyuksoy çûne serdanê û Dr. Mehmûd jî ?êx bereçav kiriye. Pi?tî lênêrîna Doktorî, ?êx Hesîb ji kurê xwe Heyder pirsiye: ”Ev mêvan hatine çi?” Kurê ?êx gotiye bavê xwe: ”Van doktor aniye, da te xwe? bikin!” ?êx jî xwe bi xwe vê gotina ku nayê jibîrkirin gotiye: ”Bingeh çûye. Ma wê dîwaran binex?înin?” ?eref Ulug, dema vê gotina ?êx Hesîb ji Heyderê kurê wî bihîztiye, berê xwe daye ?êx Hesîb û weha gotiye wî: ”Ne beredayî ye ku ji te re gotine Zatê Mezin.”

Berî ku ev Zatê Mezin koça dawîn kiriye, bangê herdu kurên xwe kiriye û weha gotiye wan: ”Min pere bi deyn daye pir kesan. Lê min ew pere li wan helal kiriye. Pi?tî mirina min, hûn doz li kesî nekin û ti?tekîji wan nexwazin.”

Bêguman zanatî, ne tenê di xwendin û zanistiyê de ye. Herweha ?êx Hesîb di leyztina Setrencê de jî, xwediyê hunereke mezin bûye û kesî ew bindest nekiriye. Ez bi xwe jî didevan im ku li ser leyztina bi Setrencê, gotineke Îmamê ?afiî heye ku hertim di Medreseya Kurdî de dihate gotin, ango Îmam ?afiî Setrencê ji peyrewên xwe re rewa dêraye.

?êx Hesîb Axtepî xwe ji pêwerhatiya malbata ?êx Hesenê Nûranî ku nivîsandina bi zimanê kurdî ji xwe re kiriye pêgira sereke, bêpar nehi?tiye û sê pirtûk bi zimnê kurdî û nusxeyek jî bi destên xwe ji ber Dîwana Melayê Cizîrî nivîsiye. Navê pirtûkeka wî Simbil bûye, lê me nezanî ku ew pirtûk pex?an yan helbest bûye. Her du pirtûkên din jî wek Dîwanên Helbest bûne. Lê sed mixabin dîwaneke wî û pirtûka wî ya bi navê Simbil, di 1971ê (Îdara Le?kerî) de, bi destê le?kerên dewletê hatine ?ewitandin. Sed mixabin heta niha jî nusxeyên wan herdu pirtûkên ?ewitî, li deverekê nehatine dîtin. Ev berhema ku min ew ji elîfbêtka erebê veguhaztiye Alfabeya Latênî ku di nava xelkê de bi navê Dîwana Hasbî hatiye nasîn jî, wek ?ansekî xudûkdar ji ?ewitandinê rizgar bûye û va ye bi alfabeya Latênî pê?kê?ê xwebndevanên Kurd bûye.

Ev nusxeya Dîwana ?êx Hesîb ya bi tîpên erebî ku min ew veguhaziye alfabeya Latênî, destxeta Mele Zeynulabidîn Amedî ye ku wî li ber nusxeya ku ji aliyê ?êx Eskerî ve hatiye nivîsandin nivîsiye, çewa ku gotiye: ”Bi ´ewn û tewfîqa Îlahî, temam bû nivîsandina ev dîwana ?eyx Hesîbê kurê ?eyx Muhemed Can, kurê ?eyx Hesenê Nûranî, Aqtepî, Xuda muqedes bike esrarê wan. Li ser destê Zeynelabidînê Amidî di sala 1427ê Hicrî, we 2007ê Mîladî, ji ber nusxa ?eyx Muhemed Eskerî rehma Xuda lê bit ku nivîsandibû di tarîxa 23 Remezanê 1966 H. we 30 Temûzê 1963 Romî.” (Diyar e Mele Zeynelabidînê Amedî ev tarîxa 1966 Hicrî û 1963 Romî ku nivêsiye ?a? in, wê rastiya wan 1366 Hicrî û 1363 Romî be.)

?êx Eskerî jî derheq nusxeya xwe de gotiye ku wî ev nusxe “Li ber Dîwana musenif (?êx Hesîb) hatiye teshîhkirin.” û tarîx jî ev nivîsiye: “21-4-1949 Mîladî.”
Yani du sal pi?tî wefata ?êx Hesîb, ?êx Eskerî nusxeyek ji ber Dîwana Hesbî nivîsiye.

?êx Hesîb Axtepî, pi?tî rûxandina ?ore?a Neteweyê Kurd a bi serokatiya ?êx Seîdê Pîranî (1925), ji aliyê Dewleta Tirk ve, tevî ?êx Mihemed Kerbela yê kurmamê xwe hatiye sirgûnkirin. Ev herdu pismamên mêrxasên vîjeya kurdî, bi qasî salekê li bajarê U?aqa Tirkîyê hatine hi?tin, pi?tre Dewletê ew hinartine bajarê Edenê. Di 1928an de, dewletê destûr ji bo mehekê daye wan ku herim Amedê. Lê pi?tre, ew êdî venegeriyane cihê sirgûnê.

?êx Hesîb Axtepî, pi?tî ku ji sirgûnê vegeriyaye, êdî xwe bi binivîsandina zimanê kurdî û ?êxantiya Rêçika Nex?ebendî ve mijêl nekiriye; xwe xistiye ?ûfê gundiyan û bi cot û çandiniyê ve mijûl bûye. Di demên dawîn yên jiyana xwe de jî, bi malîtî çûye li bajarokê Çinarê bi cih bûye. Di demên dawî de, çûn û hatina ?êx Hesîb a bajarê Amedê jî pir zêde bûye û bi gelek kesên xuyanî re têkilî daniye. Yek ji wan jî, Celal Guzelsesê Amedî bûye. Îcar Guzelsesê hunermendê tirkîbêj, helbestên ?êx Hesîbê kurdîbêj wergerandine zimanê tirkî û bê ku mirov zanibe ew yên ?êx Hesîb in, li ser navê xwe wek stiran gotine.

Roja 23 08 2008, saet 13.00, min li bajarkokê Qeremursela Kocaeliyê/Tirkiye, dest bi tîpguhaztina vê pirtûkê kiriye û di 12 09 2008an de, li Stockholma paytexta Swêdê jî kuta kiriye.

Di serê navbira be?ên cuda yên helbestan de, nîvîsa heyî wek “We lehû eydda“ ango ha jê re dîsa” hevok bi zimanê erebî hatiye tekrarkirin. Lê min di ?ûna wan de wek “BE? – 1” heta navbira 94an bi “BE? – 94” destnî?an kiriye û ji her navbirekê re sernavek, ji malika pê?î wergirtiye û li ser helbestê bi cih kiriye. Wek mînak: Sernavê be?a pê?î weha ye: BULBULÊ F?KRA D?LÊ JAR.

Di vê Dîwanê de 94 be?, 1.235 malik(ên durêzî), 318 malikên çarîne, 30.130 peyv, 113.635 tîp û 6.000 rêz hene ku her yekê ji van, bi naveroka xwe pir dewlemend, babetekcihê û bi tewrekî xwe? hatiye honandin. Herweha kitejimarî û qafiyeya wan jî, bi rêkûpêk hatiye lihevrastkirin. Lê piraniya helbestan, bi giranî li ser evîn û meyê hatine ristin. Bi kê?mendî û xwe?rewantiya xwe jî, vîneke zêde derxistine hole.

?êxê nemir di dawiya helbestên xwe de, navê xwe wek Hesbî, hindik caran jî Hesîb bi kar aniye. Lê di dawiya du-sê be?an de nav nehatiye bikaranîn. Nivîsendeyê wê Mele Zeynulabidin Amedî gotiye ku ”Ev temam nebû hew me peyda kir, yazox. Diyarbekir 2007 Mîladî.” Diyar e ku helbestên vê dîwanê belawela bûne û pi?tre hatine berhevkirin û di yek cildê de hatine nivîsandin.

Dema min tîpguhaztina vê pirtûkê kiriye, min yeko yeko kiteyên malikan jimartine. Jimara rêzên her be?ekê ger bi çend kiteyan be, min ew li têbiniya destpêka eynî be?ê weha daye kif?kirin: “BE? 1*“ û li têbiniyê: “* Kê?ana helbestên vê be?ê, bi yazdeh kiteyan e.“

Diyar e ku piraniya klasîkên kurdî, bi kê?, nikl, qafiye û kitejmar in. Dema yek kiteyeke tenê jî, eger ji rêzekê kêm bûbe, kulekî di xwendina wê de diyar dibe. Îcan çi rêza ku kite jê kêm bûbin, eger ew rêz bi çend kiteyan be, min li dawiya wê rêzê reqema jimara kiteyên heyî nivîsiye. Wek mînak: Malikên BE? 5, bi 15 kiteyan in. Lê di hin rêzan de kêmasî çêbûye. Wek mînak, malika heftan, di rêza ewil de 14 kite hene. Îcar ji bo pêagahdarbûna xwendevana, min rêzên kêmkite weha destnî?an kirine:
...
Rêze elmasî ser eniya kevri berraq û saf - 14
Xwe? telalû wê dikin ba boyê kafûr û gulab
...

Diyar e ku di klasîkên kurdî de peyvên biyanî hene, saxma yên erebî û farisî. Min ferhengek jî çêkiriye û li pa?iya pirtûkê bi cih kiriye, da hêsanî ji bo xwendevan çêbibe.


Gelek caran di pirtûkê de peyvika “dest“ bi awayê “des“ hatiye bikaranîn. Wek mînak ev malika di be?a 2an de: Ger me bino?a badeyek/ Dîsa ji des ?ehzadeyek.

Hin caran peyvika “ez“ jî, bi rengê “e“ hatiye bikaranîn. Wek mînak, ev nîvmalika di be?a 83an de: Bê sahib û kes, e mame der çol.

Di pirtûkê de daçeka “û“ya ku di nava hevokan de têkiliya peyvan bi hevûdu ve dide çêkirin, di hin cihan de, tenê ji bo ku nikla helbestê ne?ikê, yan jî ji bo jimara kiteyan zêde nebe, bi awayê “w“, hin caran “we“, û hin caran jî di ?ûna ”û”yê de “yû“ hatiye nivîsandin. Wek mînak:
- BE? 2: Ê têne bazî yû kenî.
- BE? 10: Mulkê dunyayê we ma fîha dihêje bê guman
- BE? 15: Wekî qequns bi elhan û terane bête nexme w saz

?êx Hesîb di be?a 70, malika herî dawîn de gotiye: Ya Îlahî Aqtepa me Cezre û ?îrazi ke! Ango gotiye: Ya Xwedê, tu gundê me Axtepeyê di zanist û helbestê de bikî wek Cizîra Botan ku warê Melayê Cizîrî ye û bikî mîna ?îrazê ku warê Hafizê ?îrazî ye.

?êxê nemir, hin helbestên xwe wek devoka Botan û Behdînanê nivîsiye û di malikeka be?a 72an de weha gotiye: Kes nema bêteve, saqî bîne bade zûbezû.

Gelek peyvên wek tîpa i, î, û , u ku di navê de hene, hin caran wek pir, hin caran jî wek pur hatine nivîsandin. Be?a 72an, di vê nîvmalika han de weha gotiye: ?a? im û pir tê heye ferq, leb li kû, mercan li kû?

Ji xwe bêguman e ku di nivîsarên bi elîfbêtika erebî de, hin bêjeyên kurdî hene ku nayên fêmkirin, tenê mirov di nava hevokê de fêm dike ku wate çi ye. Wek mînak, bêjeya pîra ji kalîtiyê û pêra ku du roj berê bûye, tenê bi naveroka helbestê tê fêmkirin ku çi ye.

Di nivîsa bi tîpên erebî de peyvikên wek naê, sîmaê, meyxaneê, xumxaneê, pejmurdeê, qailê ku di wan de du tîpên dengdar hatine ber hevûdu, di nivîsandina bi tîpên Latênê de, tipa “y”ê, ketiye navbera wan û bi vî rengê hanê hatine nivîsandin: nayê, sîmayê, meyxaneyê, xumxaneyê, pejmurdeyê, qayil.

Dîsa di nivîsa bi tîpên erebî de peyvika “gerçî“ hin caran wek gerçe, gerçi û gerçî hatine nivîsandin.

Gelek caran di helbestan de dema peyveke kurdî hatiye, eynî bi wateya wê peyva kurdî, peyveke farisî yan yeke erebî jî hatiye bikaranîn. Wek mînak ev nîvmalika di be?a 28an de: “Wer nezer de ez heraret bûye eyn tendûr û da?.“ ku ev peyvika “da?“ê, di farisî de, navê tendûrê ye.

?êx Hesîb di be?a 18an de, malika duyemîn ji dawiyê ve, xwe di gelek rê û dirban de, daye ser riya mamê xwe ?êx Evdirehmanê Axtepî û bi vê nîvmalikê jî weha gotiye: “Peyrewê Rûhî* me ender menhec û resm û terîq.”

Di vê payiza 2008an de, xebata min pir zêde li ser veguhaztina tîpên vê pirtûka ?êx Hesîb çêbûye. Ji ber ku çi dema berhemeke klasîk têkeve destên min, ez hemû karê xwe radiwestînim û li serê kar dikim heta ku bi zûtirîn dem tîpguhaztina wê klasîkê temam dikin û ji bo çapkirinê amade dikim.

Spas ji bo hêja ?êx ?afiî Axtepî ku gelek agahdarî li ser ?êx Hesêbê nemir dane min.

Bêguman di karên min ên wisa bi lezûbez de, kêm û kasî jî çêdibin. Lê ev xebata min rê ji bo xwendevanên nenasên tîpên erebî vedike, herweha dibe alîkar da lêkolîner û kurdolog lêkolînên xwe berdewam bikin. Bi umîda ku wê ev berhem sûd bigehîne zimanê kurdî, wek pirtûk jî wê cihê xwe di Pirtûkxaneya Kurdistanê de bigre, hingê westandina min pê re û emeka min tê de, wê bo min vegêrin wek kêf, ?adî û bexteweriyê. Bila giyana pak a ?êx Hesîb Axtepî jî her ?ad û bextewer be...