29- Wergera ji tîpên erebî: Zeynelabidîn Zinar

AGAHDARÎ:
Min gelek caran gotiye, her rojeke ku di ser me re dibihure, bi xwe re berhemeke kurdî ya kevnare jî derdixe holê û bi jiyanê re rûqal dike. Ew berhemên ku ev e bi dehê salan in, ji ber hovîtî û dirindetiya hovane ketibûn sarinca bêdengiyê û qe?emgirtî hêlabûn, niha ew bi germija mejiyê bîreweran, xwe ji qir û qe?aya bêdengiya nixumandinê dadiwe?înin û hêdî hêdî bi germiyeke vîndar, bi tî?kên roja nûranî re derdikevin qadê, xwe pêrgê mirovahiyê dikin û ji bo xwendevanên xwe, amadetiya govenda nijadî besterêz dibin. Ha yek ji wan berhemên wisa bi nirx û rûmet jî, ev pirtûka bi navê KE?KOL e ku niha pêrgê xwendevanên zimanê kurdî bûye. Pirtûk ji aliyê gorbihi?t ?êx Mihemed Eskerî Axtepî ve hatiye nivîsandin. ?êxê nemir di 1933an de dest binivîsandina wê kiriye û di 1943an de jî kuta kiriye.

?êx Eskerî di 1316an (1898-1899) de, li gundê Axtep hatiye dinyayê û di 1952an de jî çûye ber dilovaniya Yezdanê bex?ende û gora wî ya pîroz niha li gundê Çolê ye.

Eskerî kurê ?êxê navdar ?êx Evdirehmanê Axtepî ye. Wî xwedina xwe ya destpêkê, li ba bavê xwe xwendiye û pi?tre di Medreseya Axtepeyê de li xwendinê domandiye. Pi?tî ku bavê wî çûye ber dolovaniya Xwedî, îcar li ba kekê xwe ?êx Kerbela xwendiye. Lê mixabin agahdariya me di derheq destûrnameya wî ya xwendina Medresê û bawernameya wî ya Rêçika Nex?ebendî de çênebûye. ?êx Eskerî pi?tî ku zewiciye, hin deman bi malîtî li gundê Hiler û Bîrsinê jî maye. Niha du kur û du keçên wî hene. Kurekî wî bi navê Kerbela û yek jî bi navê Evdirehman e.

?êx Eskerî bi temenekî cuwan, li dor 53-54 salan li jiyanê domandiye û koç kiriye. Lê wî temenê xwe tev bi xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî buhartiye. Çewa ku hatiye peyitandin, ev pênc pirtûkên wî yên bi zimanê kurdî hene:

1- Iqdê Durfam. Ji aliyê min ve hatiye veguhaztin bi alfabeya Latênî û ji aliyê We?anxaneya Apec- tryckê ve jî li Swêd/Stockholmê, (1989, 203 rûpel, ISBN 91-877301-6-2) hatiye çapkirin. (www.pencinar.se) B/12.

2- Ke?kol.
Di dawiya be?a 58an de, gorbihi?t ?êx Eskerî weha nivîsiye: “Ev mecme´a ku navê wê Ke?kol e, roja Cum´e 31 Kanûni Sani 1362 (1943) berî nîvro heta vêra min nivîsand, în?aellah. Baqî muswedeyê mane, ew jî wê bên nivîsandin...”

Peyvika ke?kol, di wateya xwe ya fenhengî de, ango tûrikê derwê?an; ew tûrikên ku her ti?t tê de peyda dibe. Yani mirov çi bixwaze, tê de tê dîtin. Bi rastî jî gelek babetên cihê di vê pirtûkê de hene ku mirov didine sêwirandin. Wek mînak, ?êx Eskerî hin car dema ku name ji heval û dostên xwe re nivîsiye, bi helbestkî nivîsiye û helbest li ser roviyê kekê xwe ?êx Kerbela ku navê wî Qqolo bû nivîsiye û gwd…

3- Memozîna Ehmedê Xanî. ?êx Eskerî di be?a 57an a Ke?kolê de, nivîsiye ku wî nusxeyek Memozîna Ehmedê Xanî, li ber çend çapên cuda, ji nû ve sererast kiriye.

4- Ilmê Ehwalê Berq û Burûsk û Baran, Qews û Qezehê. ?êx Eskerî di be?a 58an a Ke?kolê de gotiye: ”Min kitabek Ilmê Ehwalê Berq û Burûsk û Baran, Qews û Qezeh ku filan weqtê wuha derkeve weya yê wusan dibe…” nivîsiye.

5- Dîwana Helbestan.

Ji van berhemên ku behsa wan li jorê hatiye kirin, ji xên Iqdê Durfam û Ke?kolê, min yên din nedîtine.

Roja 09 08 2008, saet 17.00, li Amedê dema ku min semînerek li ser Jînenîgariya ?êx Kerbela li Komela Çirayê da, pismamê ?êx Eskerî hêja ?êx ?afiî jî yek ji be?daran bû. Pi?tre wî du berhemên destnivîs bi kurekî xwe re bo min hinartin. Yek ev Ke?kola ?êx Eskerî ye, ya din jî dîwanene ?êx Hesîb e.

Ev pirtûka ?êx Eskrî ya bi navê Ke?kol, duyemîn pirtûk e ku ji aliyê min ve hatiye tîpguhaztin. Ya ewil çewa ku li jorê jî hatiye gotin, Iqdê Durfam e ku min ew di 1988an de veguhaztiye alfabeya Latênî û salek pi?tre jî hatiye we?andin. Ya din jî ev Ke?kol e ku destpêka xebata min li ser wê, di 20ê meha 9, 2008an de li bajarkokê Qeremurselê çêbûye û min di 18. 11. 2008an de li Stockholmê dawî lê aniye.

Ev nusxeya Ke?kolê ya bi tîpên erebî ku min ew veguhaziye alfabeya Latênî, destxeta Mele Zeynulabidîn Amedî ye. Çendî ku ne diyar e kengê seyda Amedî dest bi nivîsandina wê kiriye, lê di 1412ên Koçê, 12ê Cemaziyel Ula de nivîsandina wê kuta kiriye. Ev tarîx jî li go ya Zayînê, dike 18. 11. 1991.

Çewa ku ?êx Eskerî di be?a 15an de, bi malikekê diyar kiriye ku ”Di umrê sî yû penci salan temam” ango dema wî ev pirtûk nivîsiye, jiyê wî 35 sal bûye. Dîsa her li dawiya be?a 15an, ?êx Eskerî vê têbiniya li jêrê jî nivîsiye: ”Qewlê ku li jor hate nivîsandin, sala Hezar û Nehsed û Sî yû Sê (1933), Kanûnê Sanî 28-29 de, xatire bimîne, hatiye nivîsandin weqta ez esker bûm li Surûcê.” Yanî dema ku ?êx Eskerî le?kerê Tirkiyê bû, vê berhema xwe nivîsiye!

Di vê berhemê de 65 be?, 784 malik, yek sêkok, 195 çarîne û 17 pêckok hene ku her yekê ji wan bi naveroka xwe pir dewlemend û ?ên e, babet û texlîtên ji hev cuda dane xuyakirin, bi kê?mendî û xwe?rewantiya xwe vîneke zêde dixin dilê mirov. Ango mirov çi bixwaze, dikare tê de bibîne. Helbestvan jî di dawiya wan de navê xwe wek Eskerî bi kar aniye. Lê di dawiya du-sê be?an de nav nehatiye bikaranîn. Ev reng helbeshên wisa, di nava klasîkên kurdî de wek pirtûk hêj nû tewrekî wisan derdikeve holê


Di vê nusxeya pirtûkê de, li ser be?ên helbestan çu nav, navnî?an û wekî din ti?tek nehatiye nivîsandin, tenê ev hevoka ”we lehû eydda rehîmehullah” (û ha ji we re dîsa, xwe?iya Xwedê lê be) bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û li pa?iya wê jî, wek naverok rêza helbestan ji hemû be?an a pê?î û reqema rûpela wê be?ê hatiye nivîsandin. Ev hawe jî, diyar e ku nivîsendeyê wê Mele Zeynelulabidîn Amedî bi kar aniye.
Lê me ji her be?eke helbestê re reqemek nivîsiye, bi tîpên gir weke BE? 1, BE? 2 heta BE? 65 ku ya dawiyê ye...
Li binê her be?ekê jî, hevokek yan peyvek ji helbestê hatiye wergirtin û wek navê wê be?ê hatiye bicihkirin. Wek mînak: ”BE? 10” û nav jî ”ÇI ECÊB!” hatiye nivîsandin, da bikaranînan pirtûkê ji xwendevanan re hêsan bibe.

?êx Eskerî tarîxa mirina kekê xwe ?êx Kerbela jî di be?a 18an de, bi malikekê weha gotiye: ”Di nîva Sî yû Yek Mard, û Yekê Nîsan ?eva Cum´ê/Di sala Yek Hezar û Sêsed û Penci yû Pencê hem”û derd û kulên xwe verêtine.Yanê ?êx Kerbela sala1355an (1939), di ?eva 31ê meha Adarê û Yekê Nîsanê de ku ?eva roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê.

?êx Eskerî li ser cewr û zondestiya Romiyan jî, di be?a 20î de weha gotiye: Heybet û xewfa rumûzê ?ahê Turk/ Mehwî kir qelb û nema dunya û dîn.

?êx Eskerî di be?a 41ê de, ji bo debara xelkê, kar û kiryarên wan, ev ?îret û qewîtî kirine:

Çendan ?ecera sebrê gelek tal e, sebir ke
Ta meywe ku da, xwo? tu bixwo, ?eker û no? e

Dunya bi yeqîn mezre´e ye ti?kî biçîne
Nabînî kesan ku nebit qûti, mirî ne!

Herweha ji bo vîna evîndar û meyê jî ?êxê Nemir weha gotiye:
Saqi yû mey û yarê bihebîn, Abi Heyat e
Qûtê dil e, ev e se´yê ke, nê av e, ne nîne!

?êx Eskerî derbarê xemxuriya zimanê kurdî de jî, wha gilî û gazinan kirine:

Bîl xasse, bi nezmê kurdîwarî
Qet kes nekirî meraq û yarî

Bîl cumle kitab û ?i´rê Kurdan
Bê qedri dibûn li cumle erdan

Ew ketne ziyade ber piyan tev
Re?bexti weh mane ?ubhetê ?ev

Gorbihi?t ?êx Eskerî di be?a 43an de, Silsileya Xelîfetiya Rêçika Nex?ebendî, ji Nebî Sidîq heta bigîje mamê wî ?êx Mihemed Can Axtepî, bi helbestkî weha daye xuyakirin:
- Nebi Sidîq, Selman, Qasim, Ce´fer, Teyfûr, Ebul Hesen, Elî, Yûsuf Gencûr, Ebdilxaliq Amedi, Arif, Mehmûd, Elî, Babakulal, Elauddîn, ?êx Yaqûb Çerxî, Xwaceh Ehrar, ?êx Muhemmed Zahid, ?êx Derwê?, ?êx Muhemmed Xwace, Baqî, ?êx Seyfuddîn, ?êx Seyid Nûr, ?êx Ebdullah Dehlewî, Mewlana Xalid ?ehrizûrî, ?êx Xalid Cizîrî, ?êx Behauddînê Sanî, ?êx Hesenê Nûranî, ?êx Evdirehmanê Axtepî- Rûhî, ?êx Muhemmed Cani Axtepî.

Di van du mehên xebata min li ser veguhaztina tîpên vê pirtûka ?êx Eskerî de, bêguman kêm û kasî jî çêbûne. Lê ev xebata min, rê ji bo xwendina nenasên tîpên erebî vekiriye û bi umîda ku wê sûd bigehîne zimanê kurdî, herweha wek pirtûk jî pê?kê?ê Pirtûkxana Kurdistanê dibe, westandina min a pê re, vedigêrre kêf û ?adî û bexteweriyê. Bila giyana pak a ?êx Eskerî her ?ad û bextewer be...