3- Ehmedê Xanî, Eqîde, Kurdî/kurmancî, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, 40 rûpel, ISBN 91 89491 13 0. Digel nivîsa bi tîpên erebî. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Hin tarîxên cuda di derhewê gorbihi?tbûyîna Ehmedê Xanî de hene. Çewa ku wî bi xwe gotiye, ew di 1651ê de hatiye dinyayê. Lê tarîxa pêbawer ev e ku ew di 1707an de, li Bazîdê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bavê wî Ilyas ji e?îra Xaniyan e û ji herêma Hekariyê bû. Ev zatê pîroz niha ji bo Neteweyê Kurd wek rêber, pê?îwa û nijadnas tê pejirandin. Berhemên wî niha wek pirtûk Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê hene. Tê gotin ku dîwaneke wî ya helbestan jî hebûye, lê niha li holê nayê dîtin. Me umîd e ku rojekê Dîwana Xanî jî derkeve holê.

b) PIRTÛK: Ev berhema nemir Ehmedê Xanî hinek bi kê? û hinek bi pex?an li ser baweriya olî hatiye nivîsandin. Ji bo sûdwergitina hemû Kurdan, nivîsa bi tîpên erebî jî digel ya bi tîpên latênî hatiye çapkirin. Tê de Ruknê Îmanê û ?ertê Îslamnê hene. Li dora 30 rûpelî ye