4- Melê Bateyî, Mewlûda Kurmancî, kurdî/kurmancî, Roja Nu, Sverige/Stockholm, 1987, 64 rûpel, ISBN 91-767201-8-7. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Melayê Bateyî, bi navê xwe yê rast Huseyn e. Mîr Celadet Elî Bedirxan gotiye ku ew di 1417an de li gunê Batê hatiye dinyayê û di 1491ê de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Bateyî bi koka xwe ji e?îra Ertû?iyan e (yan jî Etrû?î). Gelek navûdeng daye û pir helbest, xezel û qesîde ristine. Herweha mirovekî xwedênas û oldar bûye.

b) PIRTÛK: Mewlûda Kurmancî ji 19 be?an û 582 malikan hatiye avakirin. Li dawiya her be?ekê malikeka dubare heye ku li hemû deveran yekti?t e. Mewlûd çewa ku li Kurdistanê bi dersîtî jî tê xwendin, herweha di nava xelkê de pir rind jî tê naskirin û hema bêje piramiya Kurdên Bisilman dikarin jiber bixwînin. Dema ku xêr, sedeqe û ziyafet têne dayîn, pê?î Mewlûda Kurmancî tê xwendin û hêj dev bi xwarinê tê kirin.