5- Mele Ehmedê Qoxî, Rêberê Sanî, Serha Eqîdeya Ehmedê Xanî, kurdî/kurmancî, YDK, Elmanya/ Düsseldorf, 1990, 180 rûpel, ISBN .... Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Ev pirtûk ji aliyê nemir Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin û Mele Ehmedê Qoxî jî ?erh li serê nivîsîye. Ji ber vê hindê, navê pirtûkê daniye: Rêberê Sanî, ?erha Eqîdeya Ehmedê Xanî. Seyda Qoxî niha li jiyanê ye û em jê re jîdirêjî divên, lê agehiya zêde li ser wî nîne.
Hin tarîxên cuda di derheq gorbihi?tbûyîna Ehmedê Xanî de hene. Çewa ku wî bi xwe jî gotiye, ew di 1651ê de hatiye dinyayê. Lê tarîxa pêbawer ev e ku ew di 1707an de, li Bazîdê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bavê wî Ilyas ji e?îra Xaniyan e û ji herêma Hekariyê bû. Ev zatê pîroz niha ji bo Neteweyê Kurd wek rêber, pê?îwa û nijadnas tê pejirandin. Berhemên wî niha wek pirtûk Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan û Eqîdeya Îmanê hene. Tê gotin ku dîwaneke wî ya helbestan jî hebûye.

b) PIRTÛK: Rêberê Sanî, ?erha Eqîdeya Ehmedê Xanî, bîrûbaweriyên ola bisilmantiyê e?kere dike û bi kê?, kitejmar û qafiye ji aliyê nemir Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin. Mamoste Mele Ehmed Qoxî jî ew ?irove kiriye û bi hawayekî dirêj û bex?an di destpêka salên 80 yî de nivîsiye û daye çapkirin. Ev çapa bi tîpên latênî, 174 rûpel e û orîjînala Eqîdeyê ya bi tîpên erebî jî pê re hatiye çapkirin.