6- Feqe Resîdê Hekarî, Sirmehser, Kurdî/kurmancî, YDK, Tyskland/Düsseldorf, 1990, 112 rûpel, ISBN ..... Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Yek ji helbestvan û nivîskarên Kurd ê ku navê wî jî mîna yê gelek nivîskaran ku di gerrîneka dîrokê de nixumandî maye û heta niha jî ku rind e?kere nebûye, Feqe Re?îdê Hekarî ye. Wî çend berhem bi zimanê kurdî nivîsîne jî, ne diyar e, tenê niha ev berhema wî ya bi navê Sirmeh?er li holê heye. Hin kes dibêjin ku ew di 1725an de û hin kes jî dibêjin ku di 1793an de hatiye dinyayê. Lê kesî çu tarîx ji bo mirina wî nedaye.

b) PIRTÛK: Bi kê?, nikl û qafiye hatiye sazkirin. Ji 24 be?an û 526 malikan ava bûye. Bi naveroka xwe dîtin û baweriya olî, têkiliyên rind di navbera mirovan de û pêwendiyên mirovatî, girtina siyanetê li pê?berî mafên xelkê, parastina heyînên mirovan û gwd beyan kiriye. Mamoste Mele Ehmed Qoxî ev pirtûk jî ?irove kiriye û bi hawayekî kurtedirêj û bex?an di destpêka salên 80 yî de nivîsiye û daye çapkirin. Nivîsa orîjînal a bi tîpên erebî jî digel çapa bi tîpên latênî hatiye çapkirin.