7- Mele Xelîlê Sêrtî,Nehc-ul Enam, Kurdî/kurmancî, Sverige/Stockholm, 1988, 54 rûpel, ISBN 91-870960-2-1. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Mele Xelîlê Sêrtî nivîskar û helbestvanekî bi navûdeng bûye, herweha di layê ?erî'etê de jî pir zana û giha?tî bûye. Di 1753an de li Hîzana Bedlîsê hatiye dinyayê û di 1841ê de jî li bajarê Sêrtê çûye ber dilovaniya Xwedê. Wî 25 pirtûk nivîsandine, 8 ji wan bi kurdî ne. Lê hinek dibêjin ku 40 pirtûk nivîsandine.

b) PIRTÛK: Ji nesîhet û xwe?gotinên olî ava bûye. Ji 22 sernav û 271 malikan saz bûye. Malik bi kê?, nikl û qafiye hatine amadekirin, bi yanzdeh kiteyan diki?in û her du rêz jî bi eynî qafîyeyê ne.