9- Sêx Evdirehmanê Axtepî, Rewdneîm, Kurdî/kurmancî, Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

AGAGDARÎ:

a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: ?êx Evdirehmanê Axtepî, nivîskar û helbestvanekî bi navûdeng bûye, di 1850î de li gundê Axtepeyê (Çinar-Amed) hatiye dinyayê û di 1910an de jî li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê. Lê hinek dibêjin ku ew di Sibata 1905an de miriye. Çar pirtûk nivîsandine, didu bi zimanê kurdî û didu bi yê erebî ne.

b) PIRTÛK: Destpêka nivîsandina wê di 1884an de bûye. Ji 35 be?an û 4531 malikan ava ye. Kê?a wê bi yanzdeh kiteyan e, malik pir xwe?xwîn û rewan in. Her du rêz bi yek qafiyeyê çêbûne. Bi piranî li ser Pêxember, riwayetên olî û nesîhetan pêk hatiye. Lê ji kaseya mey û badeyê jî kêm nebûye. Du caran bi tîpên erebî (carekê di 1966an de û cara din di 1986an de) li çapê ketiye. Cara sisiyan jî bi tîpên latênî li Stockholm di 1991ê de çap bûye. Ev çapa me 440 e.